Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nameyên dawîn ên êsîrên li Garê 11.03.2021

 

NAMEYÊN DAWÎN ÊN ÊSÎRÊN LI GARÊ
ÊSÎRAN JI ERDOGAN, KILIÇDAROGLU Û MALBATÊN XWE RE NAME NIVÎSANDIBÛN

Dewleta tirk a dagirker ji 10 heta 14’ê sibatê li dijî Garê bi balafir û teknîkeke mezin êrişek da destpêkirin.

Gerîlayên Kurdistanê ev êriş şikandin û artêşa dagirker jî revîrevî ji Garê vekişiya.

Lê weke her carê di êrişa li dijî Garê de jî bi nemerdî tevgeriya.

Gazên jehrîn bi kar anîn.

Heta rabû esker û polîsên xwe yên di destê PKK’ê de bi salan êsîr bûn, kuştin.

Der barê van êsîran de herî dawî ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal di bermaye Taybet televîzyona me de got;

li Şûna 40 balafiran wan 4 demokrat tevî malbatan bişandana, me yê êsîr radest bikirana.

Lê dewletê li şûna wê, kuştina êsîran esas girt.

Rojname Yenî Ozgur Polîtîka nameyên êsîran ku di îlona 2019’an de ji serokê meclisê Mustafa Şentop, serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ji şefê rejîma faşîst Erdogan û malbatên xwe re nivîsandibûn weşandin.

Hemû êsîran di nameyan de ji malbatên xwe re gotine, rewşa wan baş e lê ji xemsariya rayedarên dewleta Tirk dilteng in.

Êsîrekî ji serokê meclisê Şenton xwestiye nameya wî di hizûra 600 parlamanteran de were xwendin.

Êsîr dibêjin, me qet bawer nedikir ku wê dewleta Tirk li esker û polîsên xwe nebe xwedî.

Êsîran ji şefê rejîma faşîst Erdogan re jî name nivîsandine û bi bîra wî anîne ku ew ji bo rizgarkirina Hakan Atîllayê rêveberê Halkbankê bû çiqas ket nav liv û tevgerê.

Êsîran ji serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re jî şandine û jê xwestine ku ev name li ber kamerayan ji bo raya giştî were xwendin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv