ÊRIŞÊN KEYFÎ YÊN DEWLETA ALMAN
LI KASSELÊ 3 KURDISTANÎ HATIN BIÇAVKIRIN
Polîsên alman vê şefeqê saet li dora 6’an bi awayekî hemwext bi ser navenda civaka demokratîk a kurd û malên 2 kurdistaniyan de girt.
Bi dehan polîsên almanya federal di serdegirtina malan de dest danîn ser telefon û kompîturan.
Li gorî saloxan polîsan hevberdevkê navenda civaka demokratîk a Kasselê Alî Duzgun, Ibrahîm Şen û Mazlum Şiyar kirine binçavan.
Kurdistaniyên li Kasselê dimînin nerazîbûn nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da.
Kurdistaniyan destnîşan kir ku ev êriş li ser daxwaza dewleta Tirk ji bo kurd werin sûcbarkirin hatiye kirin.