SERHILDANA 12’Ê ADARÊ
WÊ ROJÊ LI TEVAHIYA ROJAVA GELÊ KURD RABÛ SER PIYAN
Di ser Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê re 17 sal derbasbûn.
12’ê Adara 2004’an li stadyuma bajarê Qamişlo di maça tîmên Cîhat û Fitwê de, alîgirên rêjîma baasî tevî hêzên rêjîmê êrişî gelê Kurd kirin.
Stadyum bû meydana şer. Hêzên rejîmê gule li ser ciwanên Kurd reşandin.
Piştî vê êrişê di serî de gelê Qamişlo li tevahiya Rojava gel daket qadan û ev êriş protesto kirin.
Hêzên rêjîma Sûrî li gelek deveran êrişî xwepêşandanan kirin û 42 Kurd qetil kirin.
Bi hinceta ku tevlî serhildanê bûne hêzên rejîmê bi hezaran ciwanên Kurd girtin û êşkenca li wan kirin.
Welatiyê bi navê Xelîl Yûsûf jî, Ji bo aqûbeta kurê xwe bipirse diçe Stadyumê.
Hêzên rêjîmê ew girtin û êşkenceyeke giran lê kirin.
Xelîl Yûsûfê ku di encama êşkenceyê de kor dibe, wiha qala wê zilmê dike.