Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Nagehan Avçîl: ‘Ger ev bêhiqûqî û tecrîd ji holê rabe wê aramî çêbibe’

 

PARÊZER NAGEHAN AVÇÎL:
GER EV BÊHIQÛQÎ Û TECRÎD JI HOLÊ RABE WÊ ARAMÎ ÇÊBIBE

Rêber Apo, 23 sal in li zindana Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin.

768 hiqûqnas û parêzer ji bo ev tecrîd bi dawî bibe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Yek ji van jî endama OHD’ê Parêzer Nagehan Avçîl bû.

Nagihan Avçîl da zanîn ku hevdîtinên Îmraliyê bi hincetên cuda tên astengkirin û got:

“Tu cezayekî dîsîplînê ne asteng e li ber hevdîtina bi parêzeran re.

Lê ji ber polîtîkayên taybet ev yek li Îmraliyê cûdaye. Bi hincetên cûda mafê herî bingehîn tên astengkirin.”

Parezer Nagehan destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya zindanan belav bûye û wiha got:

“Heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, wê tecrîda li zindanên din jî bi dawî nebe.”

Parezer Nagehan Avçîl li dijî tecrîda bal kişans ser rola civakê û got:

“Tecrîd, pirsgirêkeke civakî ye. Lewma divê nerazîbûna civakî jî daîmî be.”

Endama OHD’ê Parezer Nagehan Avçîl da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li ber aştiya civakî jî astengek mezin e û got:

“Ev tecrîd bi her awayî li pêşiya aşitiya civakê astegiyek mezin e.

Kesên bawerî bi aştiyê anîne divê nerazîbûna xwe nîşanî vê tecrîdê bibin.

Ger ev bêhiqûqîtî û tecrîd ji holê rabe wê aramî çêbibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv