Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran kes beşdarî mîtînga li navçeya Çerkezkoy a Tekirdagê bûn

 

MÎTÎNGA HDP’Ê YA “BANGA DEMOKRASIYÊ”
BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MÎTÎNGA LI NAVÇEYA ÇERKEZKOY A TEKÎRDAGÊ BÛN

Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê li navçeya Tekîrdax Çerkezkoyê mitînga “Banga Demokrasiyê’ li dar xist.

Tevî astengiyan jî bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn û dilsoziya xwe ya bi HDP’ê re anîn ziman.

Hêzên dewletê destur nedan hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê enstrûmanên xwe bibin qadê.

Hunermendan nerazîbûn nîşan dan vê yekê û bê ensrûman stran gotin.

Di mitîngê de coşeke mezin govend hat gerandin.

MÎTÎNGA HDP’Ê YA “BANGA DEMOKRASIYÊ”
PERVÎN BULDAN: HDP LI HER DERÊ YE, EM Ê WELAT BIRÊVE BIBIN

Paşê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan xîtabî girseyê kir.

Pervîn Buldan îşaret bi xwedîderketina gel a li HDP’ê kir û wiha got.

Ez berî bi çend rojan li Ewrûpayê bûm..

Min silavên germ ên gelê me ji were anîn.

Tevî hemû bedêlan jî gelê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û serî li ber zilmê netewand..

Wek îro li vir, em herin ku gelê me xwedî li partiya xwe derdikeve.

Pervîn Buldan got, kesên hewl didin HDP’ê bigirin bila li van qadan binêrin.

Bila baş bizanin ku em ê ti carî ji rêya xwe venegerin.

HPD pira gelan e.

Em ê tim parastina heq, hiqûq û edaletê bikin û li cem gelê xwe cih bigrin.

Behsa girtina HDP’ê dikin.

Ew çi ye!

Em ê êdî vî welatî birêve bibin.

MÎTÎNGA HDP’Ê YA “BANGA DEMOKRASIYÊ”
PERVÎN BULDAN: ÊDÎ DAWIYA REJÎMA FAŞÎST AKP/MHP’Ê HATIYE

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan kiryarên rejîma faşîst ên di nana 20 salan de yek bi yek rêz kirin û got.

Vê desthiladariya faşîst di pratîka xwe ya 20 salan de enqazeke mezin li pey xwe hişt.

Li her qadê pirsgirêk û krîzên cidî hene.

Bêdadwerî, newekhevî, gendelî, binpêkirina vîna gel, tundî, şer, cihêkarî, dijberîkirin û yekperestî rêbazên rêvebirinê yên vê desthilatdariyê ne.

Çavên wan li berîka gel e.

Gel perîşan kirin.

Lê êdî dawiya wan hatiye,.

Pervîn Buldan destnîşan kir ku heta pirsa Kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe û got.

Mûxetabê çareseriyê birêz Ocalan e.

Li şûna dîyalogê tecrîd tê şidandin..

Dewleta tirk jî baş pê dizane ku birêz Ocalan ji bo gelê Kurd ‘xeta sor e’ û Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Em ji vir bang dikin ku dawî li tecrîdê bînin û rêya hevdîtinan vekirin.

Piştî axaftinan mitîng bi meşekê bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv