Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Adar Şaman: ‘Têkoşîn ji bo parastina nirxên civakê ye’

 

TÊKOŞÎN JI BO PARASTINA NIRXÊN CIVAKÊ YE
ADAR ŞAMAN / XWEBÛN

Di dîroka mêtîngeriyê de yekem car bi ser pîvanên ku civakê tîne gel hev û li hev radigire, êrîş pêk tê. Yek ji rêgeza şerê taybet ji holê rakirina nirxên civakî yên exlaqî û hêza fikrandina polîtîk a kolektîf e. Şerê taybet li dijî civakbûyînê di xizmeta hêzên desthilatdar de bi rê û rêbazên cuda dixwaze tevahiya civakê bixe bin kontrola xwe.

Gelek awayên şerê taybet hene ku divê mirov di ferq û zanabûna wan de be. Tebeqeya serdest di dîrokê de beriya şer tirs ava kirine, bi vê re hêzên xwe yên leşkerî nîşan dane û armanc kirine ku xwe li ser civakan serwer bikin. Di şerê taybet de bedena jinan wek ganimet tê dîtin, civak bi birçîbûnê tê terbiyekirin, teslîm tê girtin, tê xapandin û armanckirina binemaliya malbatî, şerê derûnî di nav hev de tê şixulandin. Meşandina ziraviya şerê taybet ji bo tunekirina bîra civakî, çand û dîroka mirovahiyê bê berevajîkirin ji yek navendê tê birêvebirin.

Rehên civakê xwe dispêre dîroka kûr, hêza wê ya berxwedanê ku her zindî û dînamîk e. Bêyî xwe bispêre hêzeke derve, dikare parastina nirxên xwe, hebûn û destkeftiyên xwe bike.

Kesê bi nirxên bîra civaka xwe mezin bibe xwedî bîr û baweriye û qîmeta wê/î bilind e. Qûtbûna ji çand, rastî û dîroka xwe, qebûlkirina çanda xulamtî ya çîna serdest e…

Ji destpêka avabûna dewletê ve desthilatdarî bi rêya şerê taybet rêxistinbûyîna xwe li ser nirxên bi keda jinan hatine afirandin bi rêve dibe. Civakê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Şerê taybet ji gelek cureyên tundiyê pêk tê. Tevî şerê leşkerî; talana xwezayî, qirkirina fizîkî ya civakê, şerê aborî, xapandin, manîpulasyon, şerê îstîxbarî, perwerdekirina cerdevan, sîxur, notirvan, bêhêvî hiştin, bi rêya fihûşê xistina jin û ciwanan, tecawiz, derxistina şerê navxweyî, ji holê rakirina hêza manewî ya exlaqî, pûçkirina ruhê jiyana komunal û hwd. ji bo xwe dixe armanc.

Ev rêbazên ku me li jorê rêz kirin dewleta tirk ji salên 90’î ve li bakurê Kurdistanê bi her curêyê şerê taybet li dijî kurdên doza azadiyê diparêzin bikar tîne. Her çiqasî di dem û mekanê cihê de hatibe şixulandin jî lê îro bi heman polîtîkayên qirej dixwazin civaka kurd bi rêya fihûşê biçûk bixin. Bi hezaran mînakên vî şerî yên ser jin û ciwanên kurd pêk hatine hene.

Di van rojên dawî de bi derketina holê ya çeteyên fihûşe/tiryakê li bajarê Qileban, Colemerg, Gever, Hezex, Batman û Amedê tê gotin ku ev çete ji hêla cerdevan, polîs û leşkerên bi pere (leşkerên pispor) ve hatiye organîzekirin.

Di hedefa vê çeteya organîzekirî de bi taybetî Kurdên di doza azadiyê de bedêl dane, malbatên nirxan û bajarên ku di ferq û zanabûna nasnameya xwe ya kurdewar de dijîn tê xwestin ku di şexsê wan kesan de gelê kurd têk bibin.

Li gorî ku em civaka xwe dinasin; civakek xwedî nirxên giranbiha, zû bi zû nayê xapandin û xwe teslîmî zeîftiyên xwe û lewaziyên şexsî nake, heye. Bi qasî ku em civaka xwe ya kurd dizanin; civakek berxwedêr, esîl, xwedî çand, bawerî û ji bo jiyanek birûmet û azad bi dest bixe, gelek bedêl dane…

Eger ku civak bi rêxistinkirî tev bigere, çendî êrişên şerê taybet li ser bên kirin jî, wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî bikaribe parastina xwe bike û vîna xwe radestî hişmendiya hêzên mêtînger nake. Lê sed mixabin, di van çend salên borî de civak ji hêla rêxistinî ve valatiyek dijî. Divê bê zanîn, têkoşîn ji bo parastina nirxên civakê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv