Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Edalet, dad û wijdan’

 

EDALET, DAD Û WIJDAN
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Têgeha edaletê di her zimanî de wek têgeheke mê ye. Ev yek di sembola wê de jî diyar e. Edalet-dad bi peykerekî jinê ya ku di taca serê wê de simbila genim di destekî wê de mêzîn di destê din de jî şûr heye, li ber deriyê fakûlteyên hûqûqê, dadgeh, qesrên dadê xuya dibe.

Peyva edaletê ji bo gerdûnê xwedî çi maneyê ye, em bi wê dest pê bikin. Di çêbûn ango afirandina gerdûnê de edalet heye. Ji ber ku Edalet hemû zindiyan digire nava xwe û ji bo her kesî lê ye. Lê bi avabûna dewletê re edalet jî weke amûrekê ket xizmeta pergalê û li dijî civakan hat bikaranîn…

Di nava rûpelên dîrokê de gelek jin hene; ew li gorî pîvanên desthilatdaran tevnegeriyane û hatine reş kirin. Jinên ku êşkence li wan bûye, yên hatine şewitandin, recmkirin, weke jinên xerab an jî dîn hatine pênasekirin, bi heqaret û kirêtiyê re rû bi rû hatine hiştin.

Jinên ku çîrokên wan nayên zanîn û nehatine nivîsandin jî gelek in. Gelek jinên daxwaza maf û azadiyê kirine, ji aliyê pergala mêr-dewletê ve bi rêbazên gelek xirab û kirêt hatine cezakirin.

Minak, Leyla Qasim, Şêrîn Elemhûlî, Roza Luksemburg, Olimpia De Goeges, Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Leyla Agirî, xwişkên Mirabel û bi dehan jinên mîna wan bi awayên herî hovane hatin qetilkirin.

Herî dawî pêşenga jinan, Ayşe Gokkan a ku nîvê temenê xwe di oxira azadiyê de bihurandiye, 30 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Her wiha Dayika Emîne Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişeke nemerdane de ji dest dan, ji 9’ê Adarê ve bi daxwaza edaletê li ber deriyê dadgeriya Rihayê rûniştiye. Ev dayika dil bi êş ku gelek pirsgirêkê wê yên tendûristiyê jî hene, her sibeh daxwaza xwe ya edaletê dubarê dike. Lê li şûna guh bidin daxwaza vê dayikê, gefan lê dixwin û wê dadgeh dikin. Di bin navê heqaret li Serokkomar kiriyê 12’ê Mijdarê wê derkeve pêşberî dadgehê.

Lê tişta nakok ew e ku me di destpêkê de gotibû, edalet peyveke mê ye. Mixabin di wan salonên dadgehan de herî zêde jin bi cezayên herî giran tên cezakirin. Jinên ku dest avêtine wan, tên sûcdarkirin. Mêrên êrişkar û kujer jî tên berdan. Çima? Ji ber ku her tişt di destê mêrê desthilatdar de ye.

Dozgerê Mêr ji jinan dixwazin ku sûcê li hemberî wan hatiye kirin, îsbat bikin. Ez dipirsim, gelo jinek çawa dikare sûce estavêtinê îsbat bike? Yan dema jinek parastina xwe ya rewa bike, çawa dikare wan kêliyan pênase bike.

Jin ji ber vê lêgerîna xwe tên poşmankirin. Jinên ku di têkoşîna xwe de bi biryar in, berdêlên wê didin.

Mîna Çilem Dogan. Çîlem Dogan di 8’ê Tîrmeha 2015’an de li Edeneyê Hasan Karabulut ê ku bi awayekî sîstematîk şidet lê dikir û xwest fihûşê li wê ferz bike, xwe parast û wê ew kuşt. Pergala mêrserwer bi biryara xwe bi awakî eşkere dibêje, ‘tu nikarî xwe biparêzî heger tu nûnerên me bikujî, em ê jî te ceza bikin.‘

Li Îranê Reyhan Cebarî ji ber ku parastina xwe ya cewherî kir, rejîma Îranê ew bi dar ve kir.

Bi vê maneya xwe, nabe ku em tenê bi dad-edaleta yê bi hêz, û zêhniyeta desthilatiya zilam dakevin. Bi qasî vê lazim e paşverûtiyên civakî yên ku vê zêhniyetê xwedî dikin jî bê lêkolîn û mirov bi wan dakeve…

Heger ev pergal û nerînên paşverû ên civakan neyên guhertin, li paş neyên hiştin, ev ne pêkan e. Ji lewma, weke her warê din ê jiyanê, divê li vî warî jî têkoşîn hîn dijwartir bê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv