Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Şerê taybet’

 

ŞERÊ TAYBET
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Dîroka şerê psîkolojîk jî wekî dîroka şer kevin e. Lê ti carî weke îro nehatiye bikaranîn. Di warê şerê psîkolojîk de Komara Tirkiyê xwedî tecrûbeyeke mezin bû. Ev komar li ser şerê psîkolojîk hatibû avakirin.

Piştî serhildanan, qehremanên Kurdistanê yên dîrokî yên weke; Şêx Ubeydullah, şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîd, Simko, Seyîd Riza, Dr. Nurî Dêrsimî, Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî û gelekên din wek paşverû û nokerên welatên biyanî propaganda wan ya reşkirinê dihat kirin.

Li Tirkiyê desthilatdarî bi giştî, di bin kontrola Saziya Şerê Taybet ango bi navê xwe yê nû Fermandariya Hêzên Taybet de ye. Ev sazî bi giştî rêbaza şerê psîkolojîk bi kar tîne.

Sal û dem derbas bûn bi damezirandina PKKê re şerek li dijî tevgera azadî hat destpêkirin. Li dijî têkoşîna neteweyî ya kurdî şerê taybet, şerê psîkolojîk dan meşandin. Koma Apoyiyan li kûderê bi rêxistin dibû, li wê derê şerê taybet destpê dikir. Di nava gel de propagandaya reşkirina PKK’ê hebû.

Di salên 90’î de serhildanan dest pê kir, wan dixwest ku di nava Kurdan de tirs û xofê belav bikin, baweriya Kurdan bişkînin û yekîtiya wan parçe bikin.

Di demeke wisa de şere psîkolojîk hat bîra wan. Lê di destpêkê de diviya civaka Tirkiyê bê iqnakirin. Ji bo ku dema şerê psîkolojîk li dar bixistan vê civakê bawerî bianiya.

Hemleya yekê gotin ev terorîst in, ev dijminên welatê me ne, dixwazin welatê me parçe bikin, ev Ermen in. Di destpêkê de ji bo PKK’ê tenê ev argûman dihat gotin, lê roj hat dema Kurd li dora vê tevgerê civiyan, wan jî taktîkên xwe guhertin û gel jî tevlî vî şerî kirin. Êdî her Kurd potansiyel dijmin bû…

Di roja me de, ji bo vê siyaseta pûç jî rêbazên şerê taybet yên herî erzan hatin bikaranîn; derew. Manîpilasyon û xapandina civakê…

Dema şerê dagîrkeriyê destpê dikir, hin kesên kontra ku berê di saziya şerê taybet de xebitîbûn, wek pirsporên şer dianîn, li ekranên Tv bi saetan didan axaftin.

Di demên dawî de êrişên dagîrkeriyê yên li herema Başûr ku bi salan e dewam dike, 23’yê Nisanê ket qonaxeke nû. Dîsa bi teknolojiyeke mezin, bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî û heremî, ev heft meh in ji êrişên dagîrkeriyê encam nedigirtin. Serî li şerê psîkolojîk dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv