LI SÎNORÊ POLONYA Û BÊLARÛSÊ
KURDÊN IRAQÊ DI NAVA ‘ÇEMÊ MIRINNÊ’ DE ASÊ MANE
El-Hurayê derbarê pêla penaberiyê ji Başûrê Kurdistanê û azarkêşiya penaberan de, bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:
Li ser sînorê Polonya û Bêlarûsyayê… Kurdên Iraqê di nava ‘Çemê mirinê’ de, asê mane..
Komek ji 7 Kurdên Başûrê Kurdistanê bi armannca ku xwe bighînin Ewrupayê, li ser sînorê Polonya û Bêlarûsyayê asê mane.
Di nava Koma ku ji herêma Duhokê ne de, keçeke 8 mehî û kurekî 2 salî hene.
Di nûçeyê de tê gotin ku tevî serma û seqema li ser sînor jî, 3 hewildanên derbasbûna sînor, bê encam man.
Her dema ku penaber derbasî Polonyayê dibin, ji aliyê deselatdariya POlanyayê ve, bi paşde tên vegerandin.
Dayika Her du zarokan ragihand ku ew bi rêya fîrmayeke tûrîzmê ya Iraqî xwe gihandine Stenbolê û ji wir jî xwe gihandine sînorê Polonyayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran penaberên ji Sûriyê û Iraqê niha li ser sînorê her du welatan asê mane.