Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Serîrakirina enternasyonalîst a gelan dê faşîzmê li erdê bide!’

 

SERÎRAKIRINA ENTERNASYONALÎST A GELAN DÊ FAŞÎZMÊ LI ERDÊ BIDE!
WEYSÎ TALLÎ / WELAT

Li Tirkiyê faşîzm gihîştiye astekê ku êdî mirov nefesê lê nikare hilde. Tevî vê jî serî de kurd û hêzên antî-faşîst; di her derfet û kêliyê de gel serê xwe li ber vê hildidin û dixwazin dawî li vê faşîzmê bînin. Nimûneya herî dawî jî ya dayika Edîbe Babûr a bi gotina “Kurd serî li ber we natewînin” bû. Ev bi têra xwe her tiştî îfade dike.

Lê di mijara faşîzm û dadgehkirina Erdogan û Tirkiyeya li qada navneteweyî de, erk û mîsyoneke mezin dikeve ser milê gelê me yê li Ewropa, hêzên antî-faşîst û demokratîk. Ji ber ku qada çalakî, dîsa sazî û dezgehên xwe hewariyên aramî û edaletê dizanin tev li Ewropayê ne. Ji bo wê dikarin bi çalakiyên xwe yên demokratîk û cihêreng bikin ku ev sazî bi erka xwe rabin.

Her wiha aliyê dîplomasî û dîsa helwesta gel a enternasyonalîst wê bikare bereya faşîzmê biguherîne û li erdê bide. Di dîrokê de nimûneyên wiha pir in.

Îro di serî de faşîzma Tirkiyeyê bi desteka NATO, DYE, Îngîlistan, Almanya û hwd. di şexsê kurdan de çavê hemû gelên azadîxwaz ditirsîne û dixwaze di şexsê kurdan de hemû gelên serhildêr têk bibe…

Di vê mijarê de erka gelê me yê li Ewropayê di asteke kilîd de ye. Têkoşîna enternasyonal û xwişk-bira çiqasî bê xurtkirin, wê ewqasî bikare encamek baş bê girtin û wisa bike ku ev hêz gavê bi şûn ve biavêjin. Ji bo xwe ji hesabdayîna gel biparêzin, wê Tirkiye bide sekinandin an jî wê hew bikaribe barê Tirkiye yê sûcan hilgire. Ji bo xwe ji vê rizgar jî bike dê Tirkiyeyê dadgeh bike.

Mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser kurdan divê li qada navneteweyî û bi helwesta gel bigihêje asta ku hemû welatên Ewropayê bihejîne. Divê ji bo civaka Ewropî bê vegotin ku bi qirkirina gelê kurd dixwazin civakên azadîxwaz bitirsînin û tune bikin. Divê bi gel û welatiyên Ewropayê bidin zanîn ku di şexsê Kurdan de her netew, civak û kes serî rake wê wiha bê tepisandin, bi vê rastî û zanabûnê li ber sîstemê rabin.

Ji bo serketina vê jî erk û mîsyoneke mezin dikeve ser milê ciwanên kurd, enternasyonlîst û antî-faşîst. Divê ciwanên kurd serkêşiya vê bike, bi ruhekî şoreşgerî li ber vê rabe, 24 saetan di nava liv û tevgerê de bin. Ji bo serketina vê ji derveyî pêwîstiyên jiyanî divê her tiştên din li xwe heram bike, heta encamek bê girtin.

Nabe êdî Kurd bi çekên kîmyewî û jehrê bên qetilkirin. Me berdêlên giran dane, divê berdêla vê teqez aşitî û azadî be!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv