Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li temamiya welat hat belavkirin’

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR LI TEMAMIYA WELAT HAT BELAVKIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê bi bîr xist ku Rêber Apo 23 sal in di tecrîdê de tê ragirtin, bi awayekî kêfî bi cezayên kêfî hevdîtinên li Îmraliyê jî tên asteng kirin.

KCK’ê destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îro roj li ser temamiya Tirkiyê jî tê belavkirin:

Pêkanînên faşîst ên li Tirkiyê ji Îmraliyê dest pê dikin û li tevahiya Tirkiyê tên belavkirin.

Nûnerên saziyên mafê mirovan jî vê rastiyê tînin ziman.

Divê ev rastî êdî ji aliyê hêzên siyasî yê muxalîf hemûyan were bilêvkirin.

Bêyî çareseriya doza Kurdî li Tirkiyê demokrasî mîsoger nabe.

Heta ku nêzîkatiya li Îmraliyê neyê guhertin, doza Kurdî çareser nebe wê Tirkiye bibe mehkûmê faşîzmê.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HEMÛ KESÊN JI BO DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ TÊDIKOŞIN PÊWÎSTE DENGÊ XWE BILIND BIKIN

KCK’ê bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a di oxira şikadina pergala Îmraliyê de û ev nirxandin kirin:

Zîhniyeta faşîst qirker her rojê li Rêber Apo dixwaze bike êşkence.

Sedema vê jî ew e ku Rêber Apo Kurdan zane dike.

Li dijî sîstema înkar û qirkirinê radike ser piyan.

Gelê me jî, Rêber Apo jî, girtiyên li zindanan jî bi vê têgihiştinê zîhniyeta qirker li ber xwe didin.

Heta ku ev zîhniyet, polîtîka û kiryar hebin wê demokrasî û azadî neyê Tirkiyê.

Bi armanca qirkirina gelê Kurd ev pêkanîn tên kirin.

Lewma yên ku li Tirkiyê ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, dengê xwe bilind bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
KONSEYA EWRÛPA Û CPT JI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BERPIRSYAR IN

KCK’ê bal kişand ser rola Konseya Ewrûpa û CPT’ê û berpirsyariya wan bi bîr xist:

Bêguman dewletên ku cihê xwe di Komploya Navnetewî de girtin ji vê rewşê berpirsyar in.

Konseya Ewropayê û CPT, bi rengekî eşkere helwestê nîşan nadin.

Xwedî li mafên mirovan dernakevin.

Ji ber berjewendiyên siyasî ev sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên.

Dewleta Tirk jî ji vê helwestê sûdê werdigire û sîstema zext û zilmê ya li Îmraliyê û zindanan dewam dike.

Konseya Ewropa û CPT jî ji vê rewşê berpirsyar in.

KCK’ê destnîşan kir ku z ilma li Îmraliyê û ya li girtiyên li zindanan rûyê rast ê AKP-MHP’ê radixe pêş çavan û got:

Îro gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û muxalîfên siyasî li ber gelek polîtîkayên AKP’ê radibin.

Heman hişyarî û berpirsyarî divê li dijî zextên li Îmraliyê û hemû zindanan jî bê nîşandan.

Konseya Ewropa û CPT, saziyên mafê mirovan, komîsyona girtîgehan a meclisê divê bi erka xwe rabin.

Divê biçin Îmraliyê û hemû zindanan lêkolînan bikin.

Qet agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin.

Der barê jiyan û tenduristiya Rêber Apo de fikar zêde dibin.

KCK’ê destnîşan kir ku girtiyên li Îmraliyê û hemû zindanan rûmeta gelê Kurd in û xwest têkoşîna di oxira şikandina tecrîdê de were xurtkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv