PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
PARÊZER GÎZEM MÎRAN: TECRÎD SÛC E DIVÊ WERE BIDAWÎKIRIN
Rêber Apo 23 sal in di pergala tecrîdê ya Îmraliyê de de tê ragirtin.
Li djî vê tecrîda ku mînaka xwe li cîhanê tine kampanya û çalakî dewam dikin.
Di milê hiqûqê de jî parêzerên Rêber Apo di nava hewldanan de ne.
Parêzeran di 2 mehên dawîn de zêdetirî 60 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Serlêdanên wan bê bersiv tên hiştin.
Hevseroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Gîzem Mîran tecrîdkirina Rêber Apo ji ajansa mezopotamyayê re nirxand.
Mîran da zanîn ku tecrîd di warê hiqûqî de “teşekirina dîzyankirina girtîgehan e” û got:
Tecrîd binpêkirina qedexekirina îşkence û muameleya xerab e.
Her wiha mafê mirovan binpê dike. Di wateya netewî de tecrîd tê wateya binpêkirina qedexekirina îşkenceyê û muameleya xerab.
Tecrîda li ser birêz Ocalan veguheriye polîtîkayek rêveberiyê.
Tecrîda li ser birêz Ocalan li Îmraliyê dest pê kiriye û belavî ser hemû girtîgehan bûye.
Ji girtîgehan jî belavî ser tevahiya civakê bûye. Qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatan jî nîşaneya vê tecrîda giran e. Bi vê tecrîdê re jî gelek sepanên kêfî pêk tên.
Tecrîda ku di dewrê de ye ne bi yasayî û ne jî bi hiqûqî nayê ravekirin.
Divê tavilê tecrîd were bidawîkirin, li gel birêz Ocalan hevdîtin werin destpêkirin û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.