Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşa ciwanan wê 6’ê Sibatê destpê bike

 

PÊNGAVA “WERIN CENGA AZADIYÊ”
JI BO AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞA CIWANAN WÊ 6’Ê SIBATÊ DESTPÊ BIKE

Ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê, li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê, bi pêngava “Werin Cenga Azadiye” li qada ye..

Rêxistina Ciwanan her sal ji bo Azadiya Rêberê xwe meşên girseyî lidardixin.

Meşa Dirêj ku bi rengekî kevneşop tê lidarxistin wê îsal di navbera 7-11’ê Sibatê pêk were.

Vê salê wê ciwan bi dirûşma “Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” ji bajarê Sierentzê yê Fransa heta Strasbourgê bimeşin.

Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û tevahiya Ewrûpayê bi sedan ciwan tevlî meşê bibin.

Komîteya amadekar derbarê meşê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin dewleta tirk faşîzma xwe li kurdistanê zêde kiriye û wiha hate gotin;

Tecrîda li dijî Rêber APO hatiye şidandin.

Her wiha li zindanan zext û pêkanînên kefî tê meşandin.

Li derveyî zindanê jî bi heman şêwazî tecrîd li dijî gel tê lidarxistin.

Komîteyê destnîşankir ku wê bi vê çalakiya xwe peyamê bidin dewletên Ewrûpayê yên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk û got;

Em; ciwanên Kurd û enternasyonalîst em ê li hev bicivin û li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bi berxwedaneke mezin bi ser bikevin.”

Di serî de em bang li ciwanên kurd û enternasyonalîst dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Ciwan wê ji bo Meşa Dirêj di 5’ê Sibatê de li bajarê Basel yê Swîsreyê li qada Elsässerstrasse li hev bicivin

Û berê xwe bidin strasbourgê.

Roja1-05.02.2022/Kombûn/Elsässerstrasse 215a 4056 Basel, Swîsre,

Roja2-06.02.2022/Sierentz-Mulhouse

Roja3-07.02.2022/Mulhouse-Colmar

Roja4-08.02.2022/Colmar-Ostheim

Roja5-09.02.2022/Ostheim-Sélestat

Roja6-10.02.2022/Sélestat-Erstein

Roja7-11.02.2022/Erstein-Strasbourg

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv