GIRTINA DERIYÊN SÊMALKA Û EL WELÎD
BERIYA GIRTINA DERIYAN PDK JI BO KOÇBERAN KAMP AVA KIR
Deriyên sînor ên Sêmalka û El Welîd, di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de Kanûna 2021’ê ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.
Tevî tevahiya hewldan û bangan jî derî heta niha nehatine vekirin.
Ev yek weke şidandina ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê hat şîrovekirin.
Piştî ku derî hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin.
Her wiha bazirganên mirovan ên PDK û ENKS’ê jî hin kes ji Rojava derxistin.
Qaçaxçiyan ji kesên derxistin re gotin “em ê we bibin Ewrûpayê.”
Çapemeniya PDK’ê jî mîna ku ji vê rewşê re amade be, çend kesên ji Rojava derketî bi nûçeyan parve kirin.
Bi vê yekê derket holê, ku beriya deriyên Sêmalka û El Welîd bên girtin, kamp ji bo koçberan hatine amadekirin.
GIRTINA DERIYÊN SÊMALKA Û EL WELÎD
“PDK EM BI DERXISTINA EWRÛPAYÊ XAPANDIN Û PEREYÊN ME XWARIN”
Ne tenê ev, ew kesên bazirganên mirovan ew xapandine û vegeriyane Rojavayê Kurdistanê pîlana PDK’ê û ENKS’ê eşkere kirin.
Amed Mihemed Emîn yek ji wan kesan e û dibêje, ji me re gotin, “em ê we bibin Ewrûpayê.”
Leyla Xelîl Ehmed jî diyar dike, ku ew bi nûçeyên çapemeniya PDK’ê hatine xapandin:
Şoeyb Ehmed jî got ku endamên PDK’ê gelek pere ji xelkê standine û ew xapandine:
Hêjayî gotinê ye, ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sazî û rêxistinên mirovî yên bi ser rêveberiya xweser ve bi xelkê vegeriyayî Rojava re eleqedar bûn.
Hevserokê Gerînendetiya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Cizîrê Feyrûşah Remedan jî dibêje, armanca PDK’ê ya ji koçberkirina xelkê, valakirina herêmê ji Kurdan e.