FERMANA 3’YÊ TEBAXA 2014’AN
PAJK Û KJK: BILA XWESERÎ Û JENOSÎDA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir, di fermana 73’yan de destê dewleta tirk heye û ev ferman bi saya felsefeya Rêber Apo têk çû.
PAJK’ê hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Bexdat, Hewlêr û Dewleta Tirk de hate çêkirin weke rûyekî nû yê qirkirina civaka Êzidî nirxand .
Her wiha ji bo parastina civaka Êzidî jî xwest xweseriya Şengalê bê qebulkirin û bang li gelê kurd kir li dijî xeteriyên li ser Kurdistanê bibin xwedî helwestên hevbeş.
Koordînasyona KJK’ê jî xwest kesên rola wan di komkujiyê de heye bên darizandin û wiha got:
Divê qada navnetewî ji bo careke din jenosîd pêk neyê xweseriya Şengalê nas bikin.
Roja 3’yê Tebaxê weke roja Jenosîda li dijî Êzidiyan bê qebulkirin.
Divê Civaka Êzidî yên li cîhanê belav bûne, ji bo hesabên dijminan vala derxin vegerin ser xaka xwe û di pergala xwe ya xweser de cih bigrin.