SALVEGERA FERMANA 3’Ê TEBAXA 2014’AN
ŞEHÎDÊN FERMANÊ BI MERASIMAN TÊ BIBÎRANÎN
3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê û şirîkên wê li dijî civaka Êzidî fermanek pêk hat.
5 hezar mêrên Êzidî hatin kuştin.
Bi sedanhatin serjêkirin.
Nêzî 7 hezar jinên Êzdî hatin revandin û li bazaran hatin firotin.
Êzdiyên li çiyayê Şengalê ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dan û hejmara windahiyan vê karesatê zêdetir e.
Bi wesîleya salvegerê şehîdên fermanê bi merasimanm tên bibîranîn.
Li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê şehîdên fermanê bi rêzgirtinê hatin bîranîn..