FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“WÊ HÊZÊN ME SERFIRAZIYA TEQEZ BI DEST BIXIN”
NPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpê kirin, 100 roj e didome û got:
“Em di wê baweriyê de ne ku wê ji niha û şûn ve hemû hevrêyên me li ser pratîka heyî xurtir berxwedanê bidin meşandin û biser bikevin.”
Fermandariyê di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca êrişên dagirkeriyê û got:
“Armanca esasî ya van êrişên dewlta Tirk a dagirker, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Li ser vî bingehî dixwaze di demek nêz de Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, weke qonaxa duyemîn jî, Başûrê Kurdistanê armancên xwe yên li ser herêmê pêk bîne.
Lê li dijî vê, li qadên Mamreşo, Zendûra, li Avaşîn û Metîna berxwedanên girîng-dîrokî hatine kirin, vê berxwedanê hêviyên dewleta Tirk a qirker-mêtinger di qirika wan de hiştine.
NPG’ê têkildarî bûyara li herêma Xelifanê qewimî ev agahî da.
“bûyera li Xelîfanê qewimî ku hê jî zelal nebûye, asta xeteriya ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê me nîşan dide.
Me di vî warî de gelekî hewl da ku PDK xwe ji pîlana bêxêr a dijmin dûr bixe.
Em hê jî xwedî sebir û hewldanên mezin in.
Lê bûyerên di rojên dawî de qewimîne, rewşa heyî xetertir dike.”