ENDAMA NÛNERTIYA RÊVEBERIYA XWESER A BAŞÛR NÛRŞAN HISÊN
“JI JIYAYA HEVALÊN ME PDK BERPIRS E, DIBÊ KU EW RADESTÎ TIRKÎ KIRIBIN”
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û endamên Têkiliyên PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz ên 10′ Hezîranê li balafirgeha Hewlêrê dema mêvanên xwe pêşwazî dikirin, ji aliyê PDKê ve hatin revandin.
Ji wê rojê ve, ango ev 27 roj in agahî ji wan nayê girtin û aqûbeta wan nediyar e..
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên fikarên xwe anîn ziman û bang li PDK’ê kirin ku çarenûsa nûneran diyar bike.
Nurşan Hisên diyar kir ku nûnerên wan beyî ti sûcekî bikin hatine revandin û ev yek jî wek helwestek siyasiye ya li dijî Rêveberiya Xweser û PYD’ê şîrove kir..
Nurşan Hisên got, bersiv nedana PDK’ê ya li ser çarenûsa wan gumanan zêde dike.
PDK ji jiyana wan berpirse. Dibe ku radestî dewleta Tirk hatibin kirin. Ev yek jî metirsiyek cidiye.
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser daxwaz ji tevayî aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe nîşan bidin.