LI NISÊBÎNÊ ÊRIŞA QIRKIRINA SIYASÎ
11 KES HATIN BINÇAVKIRIN 7 JÊ JIN IN
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê serê sibê polîsên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî agahiyan ev êrişa qirkirina siyasî di çarçoveya lêpirsîneke pêvajoya 2015-2016’an de pêk hatiye.
Di hedefa êrişê de jî jin û dayîkên aştiyê hebûn.
Di encama serdegirtinan de 11 kes hatin binçavkirin û 7 ji wan jinin.
Di nava wan de dayîkên aştiyê Hayat Akdaş, Bîlmez Ari, Seyran Önüşdü û jinên bi navê Şehrîban Demîr û Sedîqa Îlhan hene.
Hat ragihandin, ku ji jinên binçavkirî Şehrîban Demîr nû welidî ye.
Polîsên Tirk kesên kirine binçavan birine muduriyeta polîsan a Nisêbînê.