LI BATMANÊ AV LI SER GUNDAN HAT BIRÎN
GUNDIYAN BANGA XWEDÎDERKETINÊ KIRIN
Saziya elektrikê DEDAŞ ji 23’ê Heziranê ve li ser 7 gundên bajarokê Kaniya Hênê ya Hezoyê av birîye.
Gundên ku ev 15 roj bê avin evin..
Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û bajarokê Kaniya Hênê.
Di vê germahiya havinê de gundî ne dikarin sewalên xwe xwedî bikin, ne dikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cîh bînin.
Ava ku gundî ji çem tênin ji bo tendirûstiyê ne baş e û pêşî li nexweşiyan vedike..
Saziya elektrikê DEDAŞ’ê tenê ji gundekî 2 milyon û 600 hezar TL xwestine.
Gundiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin, bi wan pereyan em dikarin gundekî bikirin..
Her wiha banga xwedîderketinê kirin.