SIYABENDÊ BIÇÛK
LI SER ŞOPA EGÎDÊ CIMO YE
Li Taxa Şerefye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, deng û awazek ji Balabana (mey) Siyabend Guler ê 10 salî û birayê wî yê biçûk Semend Guler ê 8 salî bilind dibe.
Li vê taxê bi dehan welatî li dora birayên biçûk kom bûne û li vê hunerê guhdarî dikin.
Siyabend û Semendê biçûk di vî temenê xwe yê biçûk de li ser şopa Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dimeşin.
Siyabend Guler ku di temenê xwe yê 8 salî de dest bi Balabanê kiriye û ev 2 sale berhemên Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo lêdixe.
Guler, vê hunerê ji bavê xwe hîn bûye û hemû ferdê malbata wan bi bilûr, balaban û gelek amûrên muzîkê re eleqeder dibin.
Guler bi bavê xwe yê bilûrvan Çetîn Guler re li bajarên Kurdistanê digere û li kûçeyan hunera xwe dide nîşankirin.