REWŞA DÎPLOMATÊN KURD
NÛRŞAN HISÊN: HETA NIHA PDK’Ê JI BO BERDANA ENDAMÊN ME BERSIVEKE ERÊNÎ NEDAYE
Di 10’ê Hezîrana 2021’an de Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin revandin.
Tevî ku di ser revandina wan re 42 roj derbas bûn jî, hîn nehatine berdan.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên têkildarî mijarê Rojnews’ê axivî û got:
Bêyî dadgehkirinekê û bêyî ku sûcek wan hatibe diyarkirin heta niha nehatine berdan.
Nurşan Hisên bang li PDK’ê kir ku siyaseta xwe rast bike û endamên wan berde.