SALVEGERA LOZANÊ
PEYMANA LOZANÊ WÊ DI SALVEGERA 98’AN DE WERE ŞERMEZARKIRIN
24’ê Tîrmehê di salvegera Peymana Lozanê de wê li bajarê Swîsre Lozanê, ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan meşek bê lidarxistin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Dîwanê diyar kir ku meş wê bi dirûşma “Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin” bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê bi taybetî jî yên li Swîsreyê hate kirin ku 24’ê Tîrmehê tevlî meşê bibin û ev hat gotin:
Em Kurdên li dîasporayê 24’ê Tîrmehê saet di 15:00 de li Place de la Riponê çalakiya şermezarkirinê li dar dixin.
Em bang li welatparêzên xwe, kurdên ji çar parçeyan ên li sirgûnê dikin, em bang li dostên xwe dikin ku tevli vê çalakiyê bibin.