SEROKKOMARÊ FRANSA EMANUEL MACRON:
EM Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIDOMÎNIN
Qesra Elysee piştî hevdîtina bi şandeya Rojava re, mijarên di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin parvekirin.
Di daxuyaniye da tê gotin ku Serokkomarê Fransa Emanuel Macron, “Li ser aramiya siyasî ya Bakur-Rojhilatê Sûriye, ji bo rêveberiyeke giştî pêk were, di mijara ku pêwîstî bi xebatê heye” de îsrar kir.
Emmanûel Macron cesareta şervanên li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de, fedakariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAÎŞ’ê silav kir.
Destnîşan kir ku wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ ya li gel QSD’ê de dewam bike.
Anî ziman ku Fransa ji 2017’an ve, ji bo herêmê zêdetirî 100 milyon Eûro alîkariyên mirovî kiriye û soza ku wê hê jî bike, da.