CÛDÎ DIŞEWITE
ESKERÊN DAGIRKERIYA TIRK AGIR BI DARISTANÊN ÇIYAYÊ CÛDÎ XISTIN
Piştî topbarana leşkerên Tirk ên dagirker li çiyayê Cûdî şewat derket.
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî têkildarî şewatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku ji ber topbaranê şewat derketiye.
Û ev agahî parve kirin:
Dijminatiya li hemberî xwezayê roja cejnê jî didome.
Di encama topbarana li çiyayê Cûdî li qadên daristanî de şewat derket.
Heya niha ji bo vemirandina agir ti xebatek nehatiye kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di nava salê de bi dehan car qadên daristanî yên Cûdî ji aliyê dagirkeriya tirk ve hat şewitandin.