PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKIN
Girtiyên zindanên dewleta tirk bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 27’ê Mijdara 2020’an ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger di roja 237’an de bi biryardarî dewam dike.
Wargehên li Mexmûr û Lavrîoyê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dewam dike.
Çalakiya Mexmûrê di roja 216’an, ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 199’an de ye.