ÊRIŞA FAŞÎSTAN
LI ENQERÊ ÊRIŞÎ MALBATEKE KURD KIRIN
Êriş ji aliyê malbateke ji Kirikkaleyê pêk hatiye.
Ferdên malbatê bi çekan êrişî malbateke ji Mêrdînê kirine ku bi salan e cîranê hev in.
Di encama êrişê de ji malbata mêrdînî 4 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran Tuncer Boztaş, Halis Boztaş ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapiyê .
Birîna Ferît Boztaş û Feyyaz Boztaş giran e. Wan jî birine Nexweşxaneya Enqerê.
Polîsan hem li cihê bûyerê hem jî li ber nexweşxaneyan êrişî malbata kurd û xizmên wan kiriye.
Li aliyê din qeymeqamê Altindagê ketina taxa Kavakliyê li xizmên malbata Boztaş qedexe kiriye û bi ser de jî malbata êriş pêk aniye jî xistiye bin parastinê.