Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: ‘Serê AKP’ê vê carê li dîwarê CHP’ê ket’

 

SERÊ AKP’Ê VÊ CARÊ LI DÎWARÊ CHP’Ê KET
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Eînsteîn gotibû; “Bi hişmendiya ku pirsgirêkan di afirîne pirsgirêk çareser nabe.”

Hişmendiya ku ji bo karekî zêde bidest bixe ji bilî pêşxistina teknîka kuştinê tiştekî din nake û çavkaniya pirsgirêkên cîhanê hemû ye. Zavayê Erdogan jî vî karî dike û tevî hemû binemala xwe ranta şer dixwin.

Di rewşeke ku ev derdorên rantê siyaseta Tirkiyê rehîn girtine de, destûrname hat rojevê. Bihaneya wî; Bekaya welat! Li pişt jî hemû cûreyên rantê hene. Hem jî di astekê de ye ku di dîroka komarê de nehatiye dîtin…

Mafê kurdan, elewiyan, kedkaran, xwendekaran, jinan, mirovan li sing daleqandiye. Sedem: Beka’a welat!

Dema beka’a welat mijara gotinê be, divê herkes ji AKP/MHP’ê re bîat bike. Ji ber ku hemû polîtîkayên wan ji bo beka’a welat e!

Di serdema desthilatdariya vana de hejmara zarok û jinên ku hatine kuştin, têrê dike ku ji ber komkujiyê werin darizandin. Piştgiriya wan a ji bo çawîşên pispor ên tecawizkar jî ne veşartiye. Sedem: Beka’a welat!

Dizî, bêrêtî, neheqî û pratîka wan a faşîzan tê zanîn, lê hesap nayê pirsîn. Ji ber ku dema beka’a welat mijara gotinê be hesap jî nayê pirsîn.

Teyfeya nijadperestên tûnd ku pêşîvaniya wan Îyî Partî dike, mixabin bi gotina “beka’a welat” tezkereya şer a vê dîktatoriya bixwîn erê kir.

Şirîkê wan gotiye na. Ji bo ku ev şirîkatî bi awayekî tendurist bimeşe, divê li hemberî polîtîkayên şer ên AKP/MHP’ê bi helwesteke hevpar rawestin.

CHP ya ku cara yekê bi hestiyarî vîna “na” nîşan da, yek ji wan e ku ezmûnê derbas kir û teqdîra gelê Kurd heq kir.

Birêz Kiliçdaroglu pirsek kir: Gelo leşkerên biyanî ku di destûrnameyê de cih digirin kî ne û wê çi bikin? Û bi vê pirsê cara yekê lîstikê xera kir. Ji ber vê yekê jî girîng e.

Dibe ku helwestekî hemû naveroka destûrnameyê lêpirsîn nake, lê di encamê de bi pirseke baş gotiye “na” û ji koroya şer derketiye.

Lê belê têrê nake; ji bo ku ev desthilat bîstîfa bike divê gaveke din bê avêtin. Lewra wê şer bilind bibe, welat di zinarekî de bavêjin xwarê.

CHP, ji bo aboriyê peyamên baş dide. Ji ber vê yekê jî divê li hundir û derve siyaseta aşitiyê bişopîne û wekî biryareke stratejîk vê xetê pêş bixe.

Di rewşeke wiha de bila bizanibin ku wê ji Kurdan bersiveke erênî bigirin û herikîna xwîne bisekine. Bi vî awayî ne pirsgirêka “beka’aya welat” dimîne ne jî dayîkeke ku hêsiran bibarîne.

Em bibêjin gava “na” ya CHP’ê bila bibe wesîleya xêrê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv