PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA KURDISTANIYAN A LI BER OFISA NETEWEYÊN YEKBUYÎ DIDOME
Di çerçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de, çalakiya Kurdistaniyan li bajarê Cenew ê Swîsreyê dewam dike.
Gelê Kurd 25’ê Çileyê ve her hefteyê roja çarşemê li pêşiya Ofîsa Netweyên Yekbûyî kon vedidin.
Çalakî vê hefteyê bi pêşengiya endamên TJK-Ewrûpayê pêkhat.
Çalakvanan bal kişandin li ser bikaranîna çekên Kimyewî yê dewleta Tirk a li hemberê gerîlayên azadîya Kurdistanê jî .
Her wiha ji Netewên Yekbûyî xwestin ku têkevin tevgerê û bi awake fermî biçin li Herêma qadên şer ên ku çekên qedexekirî tên bikaranîn, cih de lêkolinan bikin.
Yek ji çalakvanan Salihe Ocelan bang li saziyên navneteweyî kir û got sucên Dagirkeriya Tirk derxin holê.
Hevserokê CDK-Swîsreyê İsmail Kardaş axivî û balkişand ser sucên li dijî mirovahiyên dewleta tirk.
RONÎ RIHA / NÛÇEGIHANÊ STÊRK TV