LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
HESEN REHMAN PENA: FERQA SADAM Û ERDOGAN TINE
Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Kurdistanî ya Hîzba Komunîst a Îranê Komele Hesen Rehman Pena di heqê êriş û bikaranîna çekên kîmyewî ku dagirkeriya Tirk li dijî gerîla bi kar tîne ji ANF’ê re axi.
LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
LÊKOLÎNERÊ MISRÎ MIHEMED MUXTAR: DIVÊ KURD Û EREB LI DIJÎ DEWLETA TIRK RABIN
Hiqûqnas û lêkolînerê misirî Mihemed Muxtar têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî Kurdan û bêdengiya civata navneteweyî ji ajansa Hawarê re axivî.
Mihemed Muxtar got: “Divê civakên sivîl ên Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li Komkara Ereb bikin da ku dosyaya Tirkiyê di qadên navneteweyî de bixin tevgerê.
Divê Lîga Erebî gavên lez û bi hêz biavêje û lûtkeyeke erebî ji bo nîqaşkirina destwerdanên dewleta Tirk ên li dijî karûbarên ereban li dar bixe.
Tedbîrên guncaw ji bo pêşîlêgirtina destwerdanên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê û hin herêmên ereban bigire.
Ji wê zêdetir jî divê giliyên li dijî dewleta Tirk bikevin tevgerê.
Divê civakên sivîl ên Kurd û Ereb yekgirtî bin û zextê li Lîga Erebî bikin ku dosyaya dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bixin tevgerê.