Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aslan Aslan: ‘Nexweşiya Erdogan’

 

NEXWEŞIYA ERDOGAN
ASLAN ASLAN / POLÎTÎKA AZAD

Sala 2002’yan Erdogan wekî niha dîsa serokê AKP’ê bû, serokwezîrê Tirkiyê jî Bulent Ecevît bû. Wê demê AKP hê nebûbû desthilat. Gulana wê salê, Erdogan li ser rewşa tendurustiya Ecevît axivî û tiştek nema jê re negot. Ji bo Ecevît digot, divê êdî dev ji serokwezîrtiyê berde, lewma nexweş e û nikare bi rê ve bibe. Her wiha qala rewşa giştî ya Tirkiyê dikir û ji vê rewşa xerab, Ecevît berpirsiyar nîşan dida.

Ji bo vê yekê jî bang dikir da ku hilbijartineke pêşwext pêk were. Piştî vê axaftinê bi şeş mehan, hilbijartin çêbû û partiya Erdogan bû desthilatdar. Ji wê demê heta niha, Erdogan û partiya xwe li ser desthilatdariyê ne. Vê desthilatdariya wan jî di nava 19 salan de felaketên mezin anî serê Tirkiyê. Ne tenê Tirkiye, welatên derdora xwe jî wêran kirin. Ji Sûrî heta Iraq, Efxanistan û Lîbyayê gelek dever dagir kirin û bûn sedema koçberiya bi milyonan mirovî.

Dewran geriya û roj hat, niha Erdogan ketiye rewşa Ecevît. Ew jî êdî nema kare bimeşe. Çend dîmenên wî hatin dîtin, û ji wan dîmenan xuya dike ku rewşa wî ya tendurustiyê ne baş e.

Nexweşiya Erdogan ne ya niha ye. Ji roja hatiye ser desthilatdariyê nexweş e. Kesekî nexweş wê çawa welatekî birêve bibe? Îro li Tirkiyê rewşa aborî li erdê sekiniye. Kes nema dikare debara xwe bike.

Ji ber nexweşiya Erdogan, bi deh hezaran kes ji Tirkiyê reviyan û li welatên Ewrûpayê bûn penaber. Ji akademîsyenan heta rojnamevan û rewşenbîran gelek kesan para xwe ji nexweşiya Erdogan girt.

Tevî nexweşiya xwe, ev 19 sal in li ser desthilatdariyê ye û pergaleke faşîzan ava kir. Li girtîgehan cih nemaye. Bi sed hezaran girtî hene û yên li derve jî di heman rewşê de ne. Kesên Erdogan rexne dikin, têne girtin û binçavkirin…

Herî dawî me dît ku dayikeke 96 salî ceza kirin. Ji ber çi? Ji ber ku qaşo “heqaret” li Erdogan kiriye. Îro heqareta herî mezin Erdogan li civakê dike, lê dadger û dozgerek tineye ku dozê lê veke…

Nexweşiya wî çi dibe bila bibe, divê hesab jê were xwestin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv