Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Pêşengiya gel wê pêvajoyê diyar bike

 

PÊŞENGIYA GEL WÊ PÊVAJOYÊ DIYAR BIKE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

PKK’ê êrişên dagirkeriyê yên faşîst nirxandin û hişyariyên girîng dan. Ev hişyarî ji bo aliyên qels ango ne di nava berxwedanê de ne wekî bangekê ye jî. Di heman demê de banga xurtkitina berxwedanê ye. Erê raste pêdiviyek heye û ev bang ji bo kesên pêşengiyê ji berxwedanê re bikin tê kirin.

Divê mirov zelal û eşkere bîne ziman. Yên divê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin li paş pêvajoyê man. Niha em ketine asta herî xeter a şer. Li gorî vê xetereyê divê berxwedan hebe. Ji bo vê yekê kar dikeve ser milê her kesî. Hin kes îdda dikin ev ne karê wan e. Ti têkiliya wan kesan bi tevgera azadiyê re tineye. Ji ber ku berxwedan tinebe azadî tineye.

Yên dibêjin em neferek têkoşîna azadiyê ne, divê pêdiviyên wê jî bi cih bînin. Îro li çiyayan berxwedanek dîrokî heye. Di vî wextî de divê serhildanên gel werin rêxistinkirin û li dijî hêzên faşîst berxwedan bê kirin. Eger rewş ewqasî cidî be, wê demê em li benda çi ne.

Dibe ku hêsan be, lê çareserî rêxistinkirina serhildana gel e. Ev mijareke jiyanî ye û çareserî jî li wir e. Eger tu ne di nava gel de be tu yê nikaribe pêşengiya gel bike. Divê berpirsiyariyek hebe û di nava gel de bibin kedkarên fedayî yên gel.

Wezîfeyên şoreşgerî bi kesayetên qels re nayê qiyaskirin. Mesela gerîla nikare xwe bi wan kesan re qiyas bike. Kî çi dike bila bike gerîla li ser xeta şehîdên fedayî ne. Ev meşa serkeftinê ye. Ev xeta dîrokî ya qehremaniyê ye. Eger di nava gel de ev xet esas were girtin wê riya serkeftinê vebe.

Di vê meha şehîdan de berxwedaniya qehremanî nîşanî me dide ku li ser xeta şehîdên fedayî divê em xwe zelal bikin. Ew di nava şer de destana qehremaniyê dinivîsin. Ji Hakî Karer heta niha xeta berxwedanê îspat bûye. Ji bo tevlîbûna rast a pêvajoyê divê li her qadê berxwedan hebe. Ji ber ku qirker li her derê hene û bersiva li dijî wan jî divê li her derê be.

Berxwedan li ser esasê ku dawî li êrişên faşîzan bîne divê çalakiyên bi hêz be. Di meha şehîdan de divê em xwe bi rihê wan ê qehremaniyê bipêçin. Li her derê em xeta çalakiyan destnîşan bikin. Em wasiyeta Nûrî Dersimî ji bîr nekin; Kesên dixwazin bijîn divê zanibin li ber xwe bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv