ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
HELWESTA IRAQÊ BERAMBERÎ RÊVEBERIYA XWESER
Di 24’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk dest bi topbarana li dijî çiyayê Şengalê kir. Li vir derket holê ku pîlaneke berfireh ji bo tinekirina îradeya Êzîdiyan di rojevê de ye. Iraqê xwe bêdeng kir. Lê gelê Êzîdî her diçû rêxistina xwe berfirehtir kir û Êzîdiyên penaber, vegeriyan ser mal û milkên xwe. Di nava du salan de bêdengî hebû ku mirov texmîn dikir li pişt vê bêdengiyê pîlanek heye.
Ji ber ku bi her awayî Iraq, PDK û Tirkiyê nikaribû Êzîdiyan tine bikin û sîstema wan a rêveberiyê biguherînin, vê carê di bin navê Qanûnê de, 9’ê Cotmeha sala 2020’an Peymana Şengalê îmze kirin. Di vê peymanê de îradeya Êzîdiyan nehate naskirin. Di hevîdtinên Komîteya Têkîliyan a Rêveberiya Xweser ên piştî îmzekirina Peymanê de li Bexdayê eşkere bû ku ev peyman ne biryara hikûmeta Iraqê ye. Belkû di navbera Kazimî, PDK û dewleta Tirk de ye. Iraq wisa fikirî, heger Rêveberiya Xweser tine bibe, gelo berdêla wê dê çi be, ji ber ku Iraq baş pê dizane, Êzîdî careke din baweriya xwe bi Iraqê û bi ti hêzeke din nayînin.
Loma Iraq nikare bêje, bila Rêveberiya Xweser tine bibe. Heger bi rêya ragihandina xwe li ber rabin jî li cihê cih, ev yek tineye. Iraq dixwaze Rêveberiya Xweser hebe, lê ew rêveberî di kontrola wê de be. Êzîdî jî vê yekê qebûl nakin.
Rêveberiya Xweser halê hazir, di qirika Iraqê de maye, ne dikare daqurtîne û ne jî dikare bavêje. Heger rêveberiya xweser qebûl bike, dewleta Tirk wê bibe dijmin, ji bo Iraqê, heger qebûl jî neke wê heta dawî bi civaka Êzîdî re pirsgirêka wê hebe. Iraq dizane ji bilî Rêveberiya Xweser ti kesê din û partiyên ku xwe bi navê Êzîdiyan didin xuyakirin, daxwaza mafê rewa yê Êzîdiyan nakin. Yê ku komkujiya Êzîdiyan wek jenosîd bide qebûlkirin jî rêveberiya Xweser loma ji bo ev rêveberî nikaribe bi hêza xwe hemûyî ji bo komkujiya Êzîdiyan bide qebûlkirin, wê provokasyonên Iraqê li Şengalê dewam bikin, lê Iraq wê hewl nede Rêveberiya Xweser tine bike.