Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Dirûtiya dewleta Alman

 

DIRÛTIYA DEWLETA ELMAN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dewleta Elman li hemberî Kurdan dev ji rêbazên xwe yên qirêj bernade. Di her firsendê de piştgiriyê dide dewleta Tirk. Di vê pêvajoya têkçûna siyaseta wê ya derve û hundir de dîsa bi hawara dewleta Tirk ve çû. Tam di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk tengav bûye, Serokwezira Elman Angela Merkel bi rêya vîdeo-konferasnsekê bi serokê AKP’ê Tayyip Erdogan re hevdîtin kir û piştgirî da siyaseta qirker a Tirkiyê.

Li aliyê din, wezirê karên derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglu li Berlînê bi hempîşeyê xwe yê Elman Heiko Maas re hevdîtin kir û jê xwest berê welatiyên xwe ji bo gerûgeştê bide Tirkiyê. Bi gotineke din kengê pêdiviya dewleta Elman bi bazirganiya çek û tûrîzmê hebe, wê demê ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, êrişî Kurdan dike.

Em vê siyasetê ango hevkariya dewleta Tirk û Elmanyayê ji gelek pêvajoyên dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li Elmanyayê nas dikin. Sala 1993´yan, dema ku têkoşîna azadiyê li tevahî cîhanê deng vedabû. Di demekê de ku di nevbera PKK’ê û dewleta Tirk de pêvajoyaya agirbestê hatibû destpêkirin, Elmanyayê bi qedexekirina PKK’ê re dewleta Tirk jî krîza wê demê rizgar kir û pêşî li ber şerekî demdirêj vekir.

Tevî ku bi salan e li hemberî vê qedexeyê têkoşîneke bê eman tê kirin jî heta niha dewleta Elman ji ya xwe nehatiye xwarê û qedexekirina PKK’ê betal nekiriye. Berovajî, ji bo sûcbarkirina siyaseta Kurd û siyasetvanên wan, tişta jê hat kir û dike. Ji ber ku pêdiviya dewleta Elman bi Tirkiyê heye. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj siyaset û bazirganiyê li ser xwîna Kurdan dike.

Dewleta Elman li şûna ku PKK´ê, wê rêxistina ku ew ji zilm û tarîtiya çeteyên DA‎IŞ’ê xilas kiriye, ji lîsta terorê derxe, piştgiriyê dide hevkarê çeteyên DAIŞ’ê yanî dewleta Tirk. Elmanya ku xwe li van kirinên dewleta Tirk kerr û kor dike, van demê dawiyê dîsa siyaseteke qirêj li dijî gelê Kurd û siyasetvanên wî dimeşîne.

Heger rast e, dewleta Elman alîgirê sekinandina şer û avakirina jiyaneke aram e, wê demê ya ku lazim e bike ew e ku di pirsgirêka Kurd de bi înîsiyatîf tevbigere, ji bo rêyên diyalogê siyasetê bike û çareseriyê biafirîne. Bendewariya bingehîn a Kurdên li Elmayayê ji hikumetê ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv