NÛJIYAN ERHAN
TÊKOŞERA JIYANA AZAD
Nûçegihan Nûjiyan Erhan ango Tugba Akyildiz beriya niha bi çar salan li Şengalê ji aliyê çekdarên Roj ve hat şehîdkirin.
Nûjiyan ji Rihayê bû û ew bi eşqa azadiya welatê xwe tevdigeriya.
Lewma piştî êrişên DAIŞ yên 3’ê Tebaxa 2014’an Nûjiyan ji bo li Şengalê bikaribe êş û zordariya li ser gelê Êzidî ragihîne derbasî Şengalê bû.
Wê, li vê qadê bi nûçeyên xwe ve hertim bal kişand ser êrişên li dijî civaka Êzidî pêş dikevin.
Di Adara 2017’an de çekdarên girêdayî PDK’ê xwestin têkevin Şengalê.
Nûjiyan ku ev kêlî ji cîhanê re radigihand di encama êrişên çekdarên PDK’ê jiyana xwe ji dest da.
Hevalê me Îbrahîm Êzidî bi boneya salvegera şehadeta Nûjiyan raporek amade kiriye.
NÛÇEGIHAN: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ