FERMANDARIYA NPG’Ê NEWROZA GERÎLAYAN PÎROZ KIR
‘GARÊ NÎŞAN DA KU, EM Ê KARIBIN DIJMIN TÊK BIBIN Û BI SERKEVIN’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel NPG’ê ji ber Newrozê ji gerîlayên hemû qadan re peyama pîrozbahiyê şand.
NPG destpêkê Newroza hemû gerîlayan pîroz dike û bibîr dixe serhildana beriya bi hezaran salan li Behdîdanan û Botanê bû sedema têkbirina zilma Dehaq, li Çiyayê Garê dest pê kiribû û wiha dibêje:
Serhildanê li Garê dest pê kir. Dûre daketin Deşta Nînov û agirê Newrozê veguherandin agirê serkeftinê û Tevgera Medyayê Îro jî, li dijî gelên herêmê, rejîma faşîst a Dehaqê hemdem AKP-MHP’ê heye. Li dijî vê kelha zulmê pêwistî bi tifaqa gelan heye.
NPG tevgera azadiya Kurd, wekî tevgereke nû ya Medya pênase dike û girîngiya Newroza 2021’an jî bi van gotinan tîne ziman:
Dewleta Tirk 10’ê Sibatê li Garê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir. Xwest encamekê bi dest bixe. Gerîla bi berxwedana destanî ya Garê pêşî lê girt, fors û morala wê xera kir, krîz kûr kir. Vê serketina gerîla encamên eskerî û siyasî yên girîng derxistin holê. Rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Lewma êdî herkes rewşa Tirkiyê wekî berê û piştî Garê dinirxîne.
Fermandariya Biryargeha Navendî girîngiya pêvajoya ji nû ve sazkirina gerîla jî destnîşan dike û dibêje:
‘Garê nîşan da ku eger em li gorî pêwistiya demê tevbigerin, pisporiya gerîlatiya demê bixin meriyetê, emê karibin bersivê bidin êrişa her awayî yên dijmin û serkeftinê bi dest bixin. Serkeftina Garê mînaka vê yekê ye.’
NPG îşaret bi pêwistiya bersivbûna hêviyên Rêber Apo dike û vê peyamê dide:
Rejîm dixwaze emrê xwe dirêj bike. Em jî dixazin Rêber Apo azad bikin û dawî li rejîmê faşîst bînin. Lewma me ji hemû aliyan amadekarî kiriye û dixwazin girîngiya xwe bidin ser hefteya qehremaniyê û wê bikin bihgeha pênvageke dîrokî.