LI QENDÎLÊ NEWROZA 2021’AN
BI DEHHEZARAN JI BO AZADIYA RÊBER APO Û LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TEVGERIYAN
Cejna Newrozê ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji bo gelê kurd wekî roja berxwedan, azadî û destpêka nû tê zanîn.
Newroza îsal li çar aliyên Kurdistanê bi beşdariya milyonan kesî hat pîrozkirin
Di pîrozbahiyan de, xala ku herî zêde derket pêş hêrsa gelan a li dijî zordarî, dagirkerÎ û tecrîdkirina rêber APO bû.
Di pîrozbahiyên Başûrê Kurdistanê de, ya herî zêde bal kişand Newroza li Qendîlê bû.
D pîrozbahiyê de peyamên Koma Civakên Kurdistanê KCK û Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî hatin xwendin.
KCK û KJK’ê Newroza xelkê Başûrê Kurdistanê pîroz kirin û ew peyam dan.
Wek gelê Newrozê erka me hemûyan e, ji bo azadiya rêber APO û dawîanîna dagirkeriyê, beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê bibin.
Nûnerên partî û saziyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn jî li dijî dagirekiya dewleta Tirk peyamên Yekîtiyê dan..
Dûre hûnermend derketin ser dikê û bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê.
Wekî din di serî de li Şengal, Mexmûr, Silêmanî, Akre û Hewlerê, li seranserî Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê pêk hatin..
Beşdaran banga yekîtiya neteweyî li tevahiya hêzên Kurdistanî kir.