KOORDÎNASYONA RAJIN NÛJIYAN ERHAN BI BÎR ANÎ
‘WÊ JI BO PARASTINA JINAN Û CIVAKA ÊZDÎ XWE KIR MERTAL’
Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinê bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan û têkoşera jin Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da û ew bibîr anî.
Di daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê de wiha tê gotin;
“Em hevrêya xeta Gûrbetellî Ersoz û şopînera rastiyan rêheval Nûjiyan Erhan, di salvegera 4. a şehadetê de bibîr tînin.
Heval Nûjiyan, ji bo bibe dengê vê berxwedana dîrokî û îxaneta PDK’ê ji gelê Kurd re ragihîne bi erka xwe radibû.
Wê, hem weke nûçegîhana şer û hem jî weke jineke berxwedêr xwe ji bo jin û civaka Êzîdî kir mertala parastinê.
Lewma çekdarên PDK’ê ew bi zanebûn kirin hedef.
Gelê me yê Şengalê, bi pêşengiya jinan îro careke din li hemberî plangeriyên qirêj û sekna îxanetkar bi ruhê Nûjiyanan li ber xwe dide.
Em jî weke rêheval û şopdarên xeta Nûjiyan û Gurbetan, soza xwe nû dikin ku em ê xeta çapemeniya azad a jin biparêzin, mezin bikin û bibin layîqî sekna hevrê Nûjiyan.”
Kedkara çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan, dema ku çekdarên PDK’ê 3’yê Adara 2017’an êrîş dibirin ser bajarokê Xanesorê bûbû hedef.
Nûjiyan Erhan a ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê 22’yê Adara heman salê şehîd bû.