JI KOMELEYA JINAN A IRAQÊ PIŞTIGIRIYA JI BO ŞENGALÊ
JI BO PÊŞÎGIRTINA LI KOMKUJIYAN, DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ WERE NASÎN
Seroka Komeleya Jinan ya Iraqê Şemêran Merukil Edwîşo ji Rojnewsê re axivî û peymana qirêj a li ser Şengalê şermezar kir.
Şemêran Merukil Edwîşo êriş û komkujiyên li ser gelê Êzidî destnîşan kirin û got: Ji bo careke din heman komkujî çênebin, pêwistî bi xweseriya Şengalê heye.
Şemêran Merukil Edwîşo ji hukumeta Iraqê xwest ku rêveberiya xweser a Şengalê nas bike.