Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Newroz bû banga ji bo biserxistina pêngava azadiyê 22.03.2021

 

KCK’Ê NEWROZA 2021’AN NIRXAND
‘NEWROZ BÛ BANGA JI BO BISERXISTINA PÊNGAVA AZADIYÊ’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê Newroza 2021’an bi daxuyaniyekê nirxand.

KCK îşaret bi heybeta pîrozbahiyên Newrozê dike û dibêje gel bi helwesta xwe tirseke mezin xist dilê dijminan.

KCK ji ber tevlibûn, coş û peyamên derketî holê spasiya gel dike û van tesbîtan dike:

Bi van Newrozan re sala 2021’ê ji niha ve bûye saleke ku azadî lê bê misogerkirin.

Newroza 2021’ê, ji bo biserxistina pêngava “Dema Azadiyê ye” bûye ferman û bang.

Li her devera ku Newroz hat pîrozkirin, ev vîn û biryardarî derketin holê.

Li dijî Plana Têkbirinê ya ji havîna 2014’an ve di pratîkê de ye berxwedaneke xurt hat nîşandan.

Newroza 2021’ê eşkere kir ku Plana Têkbirinê wê neçe serî, wê ev plana qirêj teqez têk biçe.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
GELÊ KURD BI HELWESTA XWE NÎŞAN DA, GELÊ NEWROZ Û SERHILDANÊ YE

KCK destnîşan dike ku bi Newroza îsal re weke ku Rêber Apo jî diyar kiribû; gelê kurd bûye gelê Newrozê gelê serhildanê:

Kurd ku ji bo hebûn û azadiya xwe şer dikin, nîşanî her kesî dan ku zext û zordarî wê nikaribin wan ji têkoşîna hebûn û azadiyê vegerînin.

Gelê Kurd bi biryar e ku bi nasname, ziman û çanda xwe li welatê xwe azad û li ser bingeha neteweya demokratîk bijî.

Di Newrozê de xwedîderketina li HDP’ê bi xurtî, nîşaneya berbiçav a vê nêzîkatiyê ye.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
GELÊ ME DI NEWROZÊ DE BI XURTÎ XWEDÎ LI RÊBER APO DERKET

KCK balê dikşîne ser dilsoziya gelê kurd a bi Rêber Apo re û peyamên Newrozê jî wiha dinirxîne:

Gelê me di Newrozê de bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi awayê herî xurt xwedî li Rêberê derket.

Ev xwedîderketin bûye bersivek ji bo nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo.

Gelê me dixwaze tavilê agahiyeke pêbawer ji Rêber Apo werbigire û Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe; têkoşîna xwe jî bi vê armancê dewam dike.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HETA BI RÊBER APO RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN, DIVÊ ÇALAKÎ BIDOMIN

KCK bi bîr dixe ku hîn jî îdiayên li ser jiyana Rêber Apo nehatine zelalikirin û wiha dibêje:

Kes ji daxuyaniyên vê desthilatdariya ku dijmina kurdan e bawer nake.

Lewma şert e ku parêzer rû bi rû Rêber Apo bibînin

Heta ku ev pêk neyê jî di serî de jin û ciwan divê gelê me û dostên gelê me li qadan bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv