JI PARÊZERÊN RÊBER APO SERLÊDANA “HEVDÎTINA LEZGÎN”
‘DIVÊ MALBAT, WASÎ Û PARÊZER KARIBIN DERHAL BIÇIN ÎMRALIYÊ’
Parêzerên Rêber Apo Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarıca, Cengîz Yurekli û Serbay Koklu bi daxwaza “Hevdîtina lezgîn” cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçim Îmraliyê.
Parêzeran xwest bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtinekê bikin.
Parêzeran herwiha ji bo ku birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, wasiyê Ocalan Mazlum Dinç û malbatên girtiyên din jî bi dîlên Îmraliyê re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Parêzeran xwest ev serlêdanên wan bi lezgînî bên nirxandin û derhal bên qebûlkirin.