NEWROZA AZADIYÊ
HEVSEROKÊN HDP’Ê GELÊ NEWROZÊ SILAV Û PÎROZ KIRIN
Daxuyaniya hevserokan bi sernavê “Em spasiyê dikin ji bo bi milyonan kesên qadên Newrozê dagirtin” hate weşandin.
Di peyamê de wiha tê gotin,
Me Newroza 2021’ê bi coş û biryardariyeke mezin li pey xwe hişt.
Li govenda Newrozê ku bi milyonan kesî gerand, hûn bûn hêviya her kesên daxwaza guhertin û azadiyê dikin.
Ji bo zaliman jî we got, ‘Bi milyonan kes, em li vir in’ û we daxwaza azadî, aştî û demokraisyê bi rengê herî xurt anî ziman.
Em careke din bi biryardariya ewladên vî gelê kêfxweş in.
We wêrekiya xwe li çar aliyên welêt berbelav kir.
Mîna hêza rojê ya ronîkirina tarîtiyê, bi agirê Newrozê we nîşanî her kesî da ku zivistana sar û tarî wê veguhere biharê.