ÇALAKIYA MALBATA ŞENYAŞAR
DAYIKA EMÎNE: HEKE EZ BIMRIM JÎ EZ Ê JI VÊ DERÊ RANEBIM
Dayika Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne.
Dayîka Emîne ev 14 roj in bi biryardayî li ber edliyeya Rihayê rûdinê.
Dayika Emîne bi xwe jî dizane ku bi qasî serê derziyê edalet bi rayedarên dewleta tirk re tune ye, ji ber vê yekê ew berxwedanê weke yekana rêya li dijî vê zilmê dibîne.
Û bi çalakiya xwe ew vê rastiyê eşkere dike.
Dayika Emîne dipirse; edalet li ku ye? û dibêje:
‘Heke ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim’