Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sekreterê giştî yê partiya sosyalist a Misrê Ehmed Behaedîn Şeban ji bo Rêber Apo bang kir 22.03.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ PARTIYA SOSYALÎST A MISRÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BANG KIR

Li Misrê ji bo azadiya Rêber Apo komek rewşenbîr û siyasetmedar di asta cîhanî de kampanyayekê bi rê ve dibin.

Di çarçova vê kampanyayê de ji Netewên Yekbûyî re name tên şandin.

Tê xwestin Neteweên Yekbûyî çawa ku wextê ji bo Nelson Mandela were azadkirin ket nav tevgerê niha jî ji bo Rêber Apo heman tiştî bike.

Yek ji rêveberên vê kampanyayê Sekretê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn Şeban e ku di heman demê de Endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan e.

Şeban diyar dike ku agahiyên der barê rewşa tenduristiya Rêber Apo, bala hemû azadîxwazên cîhanê kişandiye û fikar li gel wan çêkirine.

Ehmed Behaedîn Şeban ku li ser rewşa Rêber Apo ji ajansa Hawarê re axivî, wiha dibêje:

Rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe yên bi peymanên navnetewî misogerkirî bê par hatiye hiştin û civata navneteweyî bêdeng e.

Sekretê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê dixwaze demildest hevdîtina rû bi rû ya malbat û parêzeran li gel Rêber Apo pêk were û vê peyamê dide:

Heta ku ev daxwaza rewa pêk were, emê bangên ji bo raya giştî, rêxistinên hiqûqnas ên navnetewî û CPT’yê bidomînin da ku zextê li dewleta tirk bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv