ZILM Û ZORA LI ZINDANAN
NOBETA EDALETÊ YA LI BAROYA AMEDÊ DI ROJA 36’AN DE YE
Ev 36 roj in malbat û xizmên girtiyan li Baroya Amedê di Nobeta Edaletê de ne.
Xizmên girtiyan bi vê çalakiya xwe hewl didin balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan.
Di vê navberê de serdan û piştevaniya ji bo malbatan her diçe zêde dibe.
Xizmên girtiyan bang li her kesî kirin ku li dijî zilma li ser girtiyan dengê xwe bilind bikin.
NOBETA EDALETÊ YA LI BAROYA WANÊ
MALBATAN BANGA XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN KIR
Bi heman armancê malbatên girtiyan ev 12 roj in li Baroya Wanê jî nobeta Edaletê pêk tînin.
Komeke xwendekarên zanîngeha Wanê serdana çalakgeran kir.
Malbatan jî daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên siyasî dubare kirin.