Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Gelê Kurd wê xwedî li hepsiyan derkeve’

 

GELÊ KURD WÊ XWEDÎ LI HEPSIYAN DERKEVE
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Li Tirkiyeyê ji deh hezarî zêdetir girtiyên siyasî hene. Bi qasî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, girtiyên siyasî yên jin hene. Dibe ku bi qasî hijmara giştî ya li cîhanê, li Tirkiyê dîlgirtiyên jin hene. Di dema faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê de 3-4 zindanên ku zextên giran li wan dihatin kirin, hebûn. Lê îro bi dehan zindanên weke Amed, Mamak û Mêtrîsê hene. Ji % 90’ê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê Kurd in.

Li zindanan ji ber tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd an jî parastina gelê Kurd, li ser girtiyan sîstemeke zextê ya gelekî giran hatiye avakirin. Her roj êşkenceyên giran li girtiyan dikin. Her kêliyeke jiyanê bûye rewşa êşkenceyê.

Ewladên gelê Kurd ên herî bi rûmet û anor, ji aliyê desthilatdariya qirker, desthilata dagirker û faşîst ve di bin zexteke giran de tên hiştin. Êdî her roj ji zindanan agahiyeke mirinê tê.

Girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de rûmeta her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li cîhanê hemûyan e. Dema ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û qirker ku pêşengê dijminahiya Kurdan e, tekoşîna azadiyê dimeşandin, dîl hatin girtin.
(…)

Gelê Kurd, deyndarê xwedîderketina li Rêber APO û girtiyên azadiyê ye. Heta ku gelê Kurd xwedî li girtiyan dernekeve, nikare xwedî li hebûna xwe, li jiyana xwe ya azad û demokratîk jî derkeve.

Sîstema tecrîda giran û êşkenceyê ya li Îmraliyê, bûye sîstema zext û êşkenceyê ya li hemû zindanên li Tirkiye û Kurdistanê. Her roj li zindanan şoreşgerek dîlgirtî şehîd dibe… Ji bo girtî li zindanan nexweş û seqet bimînin, her cûre zext tê kirin, dema ku nexweş jî dibin, nayên dermankirin û wan terkî mirinê dikin.

Dijminahiya li dijî Kurdan bi rengekî herî eşkere li zindanan derdikeve holê. Ji Rêber Apo û dîlên şoreşger hemûyan tol tê hilanîn. Faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê armanc dikir ku di şexsê girtiyan de, qira PKK’ê bîne û hêviya azadiyê ya gel ji holê rake. Îro jî heman armanc heye. Bi tenê şêwazên zext û êşkenceyê hatine dewlemendkirin.
(…)

Li zindanên Tirkiyeyê mirin her tim li ber derî ye. Her roj girtiyek an dimire an jî bi nexweşiyeke giran dikeve. Tişta ku di merasîma cenazeyê dayika Aysel Tugluk de hatine kirin, hîn di bîra mirovan de ye. Bi rengekî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, êriş û heqaret li cenazeyan tê kirin. Bi kîjan zêhniyetê êrişî cenazeyê dayika Aysel Tugluk hatibe kirin, vê gavê Aysel Tugluk jî bi heman zêhniyetê terkî mirinê hatiye kirin.
(…)

Me berê jî destnîşan kiribû, berpirsiyariya partiyên siyasî yên Kurd, derdorên demokratîk hemûyan e ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Partiyên ku li siyasetvanên Kurd û şoreşgerên di bin êşkence û zilmê de ne xwedî dernkevin, nikarin ji xwe re bibêjin, em siyasetavan û welatparêzên Kurd in. Girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd hemûyî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv