Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilm û faşîzma li zîndanên dewleta Tirk: Dîsa zîndana Tekîrdagê û dîsa êşkence

 

ZILM Û FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
DÎSA ZÎNDANA TEKÎRDAGÊ Û DÎSA ÊŞKENCE

Rêjîma faşîst li zîndanan li dijî girtiyên azadiyê bi awayekî sîstematîk û pîlankirî êrişên xwe didomîne.

Agahiya herî dawî ya vê zilm û faşîzmê, ji zîndana Tekîrdaxê Tîpa F hejmar 2 hat.

Esker û gardiyanan êrişî girtiyê azadiyê Yasîn Eneç kirin.

Agahiya êriş ji aliyê hevalên wî yên girtîgehê ve hat ragihandin.

Li gorî agahiyan êriş 19’ê Kanûnê şeva ku Vedat Çem Erkmen hatiye kuştin, pêk hatiye.

Esker û gardiyanên Tirk serê Yasîn Eneç şikandine û ew xistine hucreya yek kesî.

Girtiyên hevalên wî ragihandin, ku rewşa Yasîn Eneç ne başe û xwestin sazî û rêxistinên mafê mirovan û huqûqê bikevin nava tevgerê.

Beriya niha jî esker û gardîyanan êşkence li Yasîn kiribûn û paşê ew xistibûn hucreya yek kesî

ZILM Û FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
AGAHÎ JI ÎSMET KARAK Ê LI ZÎNDANA SÎNCANÊ YE NAYÊ GIRTIN

Agahiyeke din a faşîzma li ser girtiyên azadiyê ji zîndana Sîncanê Hejmar 2 hat.

Girtiyê azadiyê Îsmet Karak ê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de dîl ketibû, 14 caran cezayê muebetê lê hatiye birîn.

Di nava 2 mehên dawî de Îsmet Karak li 3 zîndanên cuda hatiye gerandin.

Herî dawî jî li zîndana Sîncanê ew xistine hucreya yek kesî.

Û ev demeke agahî jê nayê girtin.

2018’an jî dema li zîndana Erzîncanê Tîpa T bû bi heman agahî ji Îsmet Karak nehat girtin.

ZILM Û FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
LI ZÎNDANA SÎNCANÊ YA JINAN 4 GIRTÎ NAYÊN BERDAN

Ji zîndana Sîncanê ya Jinan jî nûçeyeke faşîzmê hat.

Hat ragihandin, ku girtiya siyasî Berrîn Sari ya cezayê mêtîngeriyê lê biriye qedandî ye nayê berdan.

Beriya niha jî girtiyên bi navê Rojdan Erez, Xanim Bînîcî û Jiyan Ateş jî li heman zîndanê berdana wan hatibû astengkirin.

Bi vî rengî hejmara jinên ku cezayê mêtîngeriyê li wan biriye qedandine û nayên berdan bû 4.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv