Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskar Felemez Ûlûg: Peymana înkara îradeya gelan 28.12.2020

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
PEYMANA ÎNKARA ÎREDEYA GELAN

Çend roj berê serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li qesra Erdogan bû. Dîmenên maseya ziyafeta wan bûbû sedema hin nîqaşan jî. Melûm e li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye lê qodemanên li qesrê her tişta ku dixwazin dikin. Em vegerin meseleyê. Di wê civînê de xuya ye Erdogan mijara Mexmûrê jî daniye ser maseyê û bi alîgirên xwe re ji bo jihevxistina Mexmûrê kar daye kirin. Li gor wî, şêniyên mexmûrî hemû PKK’î ne û divê ew kamp demildest were belavkirin ango were tunekirin.

Waliyê Duhokê Elî Teter ku di heyeta Kazimî de bû, naveroka wê hevdîtinê aşkera kir. 17’ê kanûnê, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî serdana Tirkiyeyê kir. Kazimî bi Erdogan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê her duyan li ber kamerayan bi zimanên cuda axivîn. Heta Kazimî got; bila tu welatek dest li karê me yê hundir wernede. Der barê hûrgilî û naveroka hevdîtina aliyan de waliyê Duhokê ku di heyetê de bû, axivî. Waliyê Duhokê Elî Teter jî ragihandina bi ser PDK’ê re hin agahiyan aşkera kir.

Li ser mijarê Elî Teter agahiyên mîna “Tirkiye ji Kazimî xwestiyeke ku peymaneke weke ya Şingalê ji bo Mexmûrê jî were girêdan.” Bi çapemeniyê re parve kir. Ev agahî naverok û asta hevdîtinên bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Her wiha sedama ziyafeta qesra Erdogan jî bi vî awayî baştir tê fêmkirin.

Walî Teter aşkera dike ku aliyan li ser derxistina PKK’ê ya ji axa başûrê Kurdistanê jî bi hev re nîqaş kirine û di vê mijarê de nêrînên hêja derketine holê. Wisa diyar e ku li ser hin mijaran li hev kirine ku bi dilekî xweş û geş qala hevkariya xwe dikin. Di heman hevdîtinê de li ser Mexmûr û PKK’ê hatiye axivîn, Tirkiye di milê tîcarî û ava Dîcle û Firatê de hin soz dane. Diyar e ku di piştperdê de gelek sozên din jî hatine dayîn ku Elî Teter zêde naxwaze naverokê aşkera bike.

Niha raya giştî meraq dike, Kazimiyê ku li ber kamerayan got ‘bila kes dest li karê me yê hundirîn wernede’, çi bû ku li piştî kamereyan li qesra Erdogan bû perçeyekî hevkariya bi dewleta tirk re? Gelo li ser maseya ziyafetê kîjan bazarên qirêj hatine kirin ku Kazimî ji gotina xwe ya niştimanperwer gav paşve avêt. Di bedela çi bertîlan de bejna xwe li ber Erdogan tewand.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv