Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsê Cahît Merwan nivîsa ‘Beşîkçî mirovê zanistê Beşîkçî çima tine dike?’ 28.12.2020

 

CAHÎT MERWAN
BEŞÎKÇÎ MIROVÊ ZANISTÊ BEŞÎKÇÎ ÇIMA TINE DIKE ?

Mirovê zanyar Îsmaîl Beşîkçî li ser Kurd û Kurdistanê gelek pirtûk nivîsandin, ji ber fikir û ramanên xwe salên dirêj di girtîgehê de hat girtin.

Lê mixabin di van rojên dawî de li malperekê maqaleyek wî hebû û bi nîqaşan ket rojevê.

Beriya her tiştî divê mirov vê bêje; kesekî ji ber fikrê xwe di zindanê de mabe û wekî Tirkekî ji bo Kurd û Kurdistanê pirtûk nivîsandibin nayê wê maneyê ku kes nikare dest bidê.

Pirsgirêka ku em behsa wê dikin ne nasnameya wî ya nivîskar, civaknas û mirovê zanyar e. Li ser vê nasnameyê maqaleya wî ya dawî ye.

Beşîkçî bi maqaleya xwe ya navê “Di rêveberiya herêma Kurdistanê de hevkariya PKK û Heşdî Şabî” li ser derew û nûçeyên manîpîlasyon ji derveyî zanistê tevgeriyaye û pêşniyar kiriye ku şîdet li PKK’ê were kirin. Ev nêrînên bi talûke ne.

Wekî ku Ferda Çetîn jî gotiye ev maqale wekî danezanek PDK’ê ye û li ser derewan hatiye çêkirin.

Jixwe ji sernivîsa maqaleyê jî tê fêmkirin.

Di sernivîsê de wekî ku di rêveberiya Kurdistanê de PKK û Heşdî Şabî heye tê fêmkirin. Zelalbûnek têde xuya nake û serê mirovan tevlîhev dike. Wê demê çi têkiliya wê bi zanistê re heye ?

Îca pirsgirêk ne tenê sernivîsa wê ye. Kesekî ku ewqas pirtûk û maqale nivîsandine, zimanê Tirkî baş bikartîne çima ewqasî tevlîhev nivîsandiye.

Beşîkçî li gorî çapemeniya PDK’ê û alîgir tevgeriyaye, nûçeyên wan ên derew qebûl kiriye û wekî mirovekî zanyar nameya întîharê nivîsandiye.

Beşîkçî ne mecbûre ku ji PKK’ê hez bike û bi fikrê wê re be. Lê mirovekî zanyar divê rastiyan binivîsîne, ne ku li ser nûçeyên derew maqaleyan binivîsîne. Her wiha ev dostê ku em behs dikin ji van îddayên ne rast pêşniyara şer li Kurdan nake.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv