Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Ji jina Azad ditirsin 28.12.2020

 

JI JINA AZAD DITIRSIN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Rêber Abdullah Ocalan di analîzeke xwe de ji bo jinên bi hêz û têkoşer dibêje; ‘Ez bi jina bihêzbûyî şanaz dibim. Jina bihêzbûyî, rûmeta me ye. Bi jina bihêzbûyî re jiyan bi nirx e. Jineke zimanê xwe nebe, xeşîm dibe ti nirxî îfade nake’. Ji vê analîza Rêber Ocalan jî diyar dibe ku paradîgmaya modernîteya demokratîk li her bingehê azadiya zayendan hatiye hûnan û civak wê li dora jina azad bê avakirin. Lê faşîzma dewleta Tirk ji bo dengê jina azad bibirre tişta jê tê, dike.

Girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven mînaka vê yekê ye. Desthilata dewleta Tirk û rejîma Erdogan ji têkoşîna Leyla Guven ditirsin. Ji ber ku Leyla Guven, navê berxwedana li dijî tecrîd û her cûre êrişên faşîzmê ye. Ew dengê wan jinan e ku li kolanan rojane tên kuştin. Dengê dayikên ku cenezeyên zarokên xwe di pakêtên kargoyan de digrin. Ew dengê wam dayikan e ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin. Dengê jinên Şingalê yên ku bi destê çeteyên hov li bazarên koleyan hatin firotin û tên firotin. Dengê dayikên Roboskî ku ev 9 sal in li dû edaletê ne.

Leyla Guven di nameyeke xwe de ji bo zarokên Roboskî gotibû: “Roboskî tu birîneke mezin î di nava dilê gelê Kurd de derbûyî. Mirovatiyê cara pêşî li cem te dît, laşê zarokan ên parçebûyî yên li qantiran barkirî… heta dinya bibe cihekî zarok karibin azad lê bijîn, ev têkoşîn û berxwedan wê bidome”. Ev ruhê berxwedêr û asî wan gelekî ditirsine. Ji lewma ewçend bi cavsorî êriş dikin. Destpêkê wekîltiya wê xistin, paşê jî girtin û xistin zindanê. Lê êdî bi hezaran Leyla hene, weke ku Leyla Guven gotiye, têkoşîn wê li her deverê bidome. Bi vê biryardariya Leylayê heta li vî welatî zarok li kolanan azad bilîzin, êdî jin neyên kuştin û mirov bi hev re azad bijîn, têkoşîn wê dewam bike. Dibe ku berdêl giran bin, lê rojên azad nêzîk in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv